Nameya Ocalan gihîşt destê BDP’ê
Piştî hevdîtina Ocalan ba bi heyeta BDP’ê ya ji Cîgira Seroka Koma BDP’ê Perwîn Buldan û Parlementer Altan Tan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat, re pêk anî, hatibû diyarkirin ku dê ji bo ji Qendîl, Ewropa û BDP’ê sê name bişîne.
Piştî vê agahiyê, nameya navborî îro serê sibê gihişt BDP’ê. Nameya ku Ocalan şand gihişt destê BDP’yiyan. Endamên Meclîsa Partiyê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP’ê dê li hev kom bibin û nameya Ocalan binirxînin.
Roja 23’yê sibatê şandeya BDP’ê ya ji Parlementerên BDP’ê Pervîn Buldan, Altan Tan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
ANF
