• Tuesday, 10 February 2026
logo

Misir: Balonek teqiya û 19 geştyar mirin

Gulan Media February 26, 2013 Nûçe
Misir: Balonek teqiya û 19 geştyar mirin
Îro 26/2/2013`an li bajarê Eqser a li başûrê Misrê baloneke firok ku 21 geştiyar têde bûn teqiya û kete xwarê û di encamê de 19 geştyarên biyanî mirin.

Li gor nûçeyeke Skynewsê a bi erebî belavkiriye ku ew balon ser bi kompaniya (Sky balon) bûye li asmanan teqiyaye û li rojavayê bajarê Eqser ketiye xwarê her weha piraniya geştyaran ji Japon, Hong Kong, Fransa û Birîtanyayê bûne di nav wan de ajovanê balonê ku Misriye ji mirinê filitiye.

Serokê yekîtiya kompaniyên balonên firok li Eqserê Ehmed Ebud ji ajansa Reutersê re ragihandiye ku, ew balona firok di encama teqîna gazê ji bilindahiya 300 metiran ketiye xwarê.

Xendan
Top