• Tuesday, 10 February 2026
logo

Usame Nucêfî Dixwaze Bibe Serokê Herêma Sunîyên Iraqê

Gulan Media February 26, 2013 Nûçe
Usame Nucêfî Dixwaze Bibe Serokê Herêma Sunîyên Iraqê
Ragihandina herêma Sune li Iraqê nêzîk dibe û parlemanterekî fraksiyona Dewleta Qanûnê ya Nûrî Malikî serok wezîrê Iraqê jî radighîne, ku Usame Nucêfî serokê parlemana Iraqê û serkirdeyê xuyayê Suneyên Iraqê dixwaze bibe serokê herêma Sunîyên Iraqê.


Li gor raporteke hejmara 131 a îro sêşembe ya Heftenameya Bas a çapa Hewlêrê û li ser zarê jêderekî li Bexdadê belav kiriye ku:´´Niha armanca serekîya xwepêşanderan û raperînên Enbar û parêzgehên dinên Sunî berdewambûne heta raihandina herêma Sunîyan li rojavayê Iraqê û cudabûnê li Iraqê.´´

Heftenameya Bas herwiha di raporta xwe de ragihandiye, ku li gor raporteke saloxegerî (istixbaratî) ya hikûmeta Nûrî Malikî, amaje bi civîneka giring û metirsîdar a Sunîyên Iraqê li bajarê Dewhe ya paytexta Qeterê kiriye ku bi amadebûna çendîn serkirde û kesayetîyên siyasîyên Sunîyên Iraqê hatiye encamdan.

Li gor heman jêderê parlemantera lîsta Iraqiyeya azad, Aliya Nuseyf di evê bareyê de ragihandiye ku: ´´Çend aliyekî nav lîsta Iraqiyê mijûlî amadekariya bo ragihandina herêma Sunî li rojavayê Iraqê ne ku her yek li parêzgehên Enbar, Diyale, Mûsil û Selahedîn li xwe digre.´´

Pêştir jî parlemanterê fraksiyona Dewleta Qanûnê Elî Şela serokê parlemana Iraqê Usame Nucêfî bi ewê yekê tawanbar kiribû û ragihandibû, ku Nucêfî li pişt nêrîna ragihandina herêma rojavayê Iraqê ye heta ku bibe serokê ewê herêmê.
Top