• Tuesday, 10 February 2026
logo

„Di destê min de delîl hene“

Gulan Media February 25, 2013 Nûçe
„Di destê min de delîl hene“
Bergumanê kuştina 3 siyasetvanên Kurd yên jin li Parîsê Omer Guney got wî ew kes nekuştine, lê belê di derbarê kuştina wan de, di destê wî de gelek delîl û îspat hene.

Li gora nûçeyeke rojnamevanê rojnameya tirkî Vatan Kenan Butakin, apê Omer Guney Ahmet gotiye ku Omer bi riya parêzerê xwe gotiye ku wî ew nekuştine lê belê di destê wî de gelek delîl hene.

Omer Guney gotiye ku ew dizane kê ew kuştine.

Ahmet Guney got ku wî sûcê xwe qebûl nekiriye.

Wî gotiye ku ew kujer baş nas dike.

Omer got kujer, tê wê wateyê ku kujer yek kes e.
Hate ragihandin ji bo ku pereyên avukat bide, (30-40 hezar euro) bavê Omer Guney dixwaze resturanta xwe bifroşe.

Avestakurd
Top