Erdoxan serdana Îmraliyê nirxand
Erdoxan got: Dema ku em hînbibin,emê di demeke kurt de bi rêya hevalên xwe an jî roja Sêşemê di civîna koma partiya xwe de daxuyaniyên pêwist bidin.
Derbarê pirsa gelo pêvajo erênî derbas dibe an neyeniye de Erdoxan wiha got:Niha ez nikarim tiştek îbêjim, beyî ku agahiyên zelal hebin ,ez nikarim vê mijarê rave bikim.
Hêjayî gotin ye ku, parlamenterên BDP’î Sirri Süreyya Önder, Altan Tan û Perwîn Buldan roja Şemiyê çûbûn girava Îmraliyê û hevdîtinek digel rêberê PKK Ebdula Ocalan nêzî 10 demjimêran encam dabûn, û di vegera xwe de wan civîneke çapemeniyê lidar xistibûn.
Xendan
