Parlementerê Parlementoya Îraqê yê ser bi lîsteya Îraqiye Xalêd Elwanî ragihand ku, Hikûmeta niha ya Îraqê yaku, Malikî Serokatiya vê dike lawaztirîn Hikûmeta Îraqê ye û Îraq di Dîroka xwe de heta niha ti Hikûmeteke bi vê lawazî nedîtiye.
Çavkanî eşkere kir ku, Hikûmeta niha ya Îraqê a bi Serokatiya Nûrî Malikî bi tenê bo çê kirina nakokî û aloziyan jêhatiye û heta niha ti hewlek bo çareser kirina ti kêşeyeke Îraqê nedaye.