Avakirina meclîseke hevbeş li Tirbispiyê
Li gor nûçeyek malpera Welatî piştî ku beriya çend rojan Yekîneyên Parastina Gel bajarê Tirbispî ya Rojavayê Kurdistan'ê ji hêzên rêjîmê bi temamî rizgar kir ku di dema niha de ew bajar di bin kontrola YPG de ye.
Duh Desteya Bilind ya Kurdî li wî bajarî digel çendîn rêxistinên Ereb û Suryanî civiya û di encam de li hevkirin ku meclîsekî hevbeş ji bo birêvebirina karûbarên wî bajarî ava bikin.
Endamên meclîsa wî bajarî ji 30 kesan pêk tê ku 10 ji wan Kurd in,10 endam Ereb in , 5 endam Suryanî ne û 5 endamên din jî ji ola Êzîdiyan e.
Hêjayî gotinê ye ku erkê wê meclîsê çareserkirina arîşeyên civakî, parastina aştiya civajî û cî bi cî kirina derfetên bo prjeyên xizmetgûzariyê li wî bajarî, lê meclîs mudexeleya karûbarên bazgehên YPG nake ji ber ku erkê YPG aprastina ewlehiya wî bajarî li hemberî hêrişên derve ye.
Xendan
