Merkel: Divê diyaloga bo wergirtina Turkiye di Y.E de bidome
Beriya destpêkirina geşta du rojî bo Turkiye, şêwirmenda Almanya Angela Merkeldaxwaza vekirina rûpeleke nû derbarê gotûbêjên taybet bi endambûna Turkiye di Yekîtiya Ewrûpa de kir.
Merkel got: Gotûbêjên beriya niha heya astekê hatibû ragirtin lewra pêwîste em ji nû ve dest pê bikin.
Biryar e di serdana îro de Turkiye Merkel digel serok komarê Turkiye Ebdula Gul û serok wezîrê Turkiye Receb Teyîb Erdioxan pirsa wergirtina Turkiye di Yekîtiya Ewrûpa de û hevdîtinên Îmraliyê gengeşe bike.
Xendan
