Şanda BDP`ê bo hevdîtina Ocalan çûn Îmraliyê
Li gor ajansa Firatnewsê ku nêzîkî Partiya Karkirên Kurdistanê PKK`ê ye îro belavkiriye ku: Parlemanterên BDP`ê (Sirrî Sureye Onder, Perwîn Buldan û Altan Tan) bo encamdana hevdîtinê li gel Abdulah Ocalan berve gerava Îmraliyê birêketin.
Her weha hatiye ku, ev hevdîtin di demekê de ku piştî 161 car ji serîlêdanên parêzerên Ocalan yên hatibûn red kirin, îro danê pêş nîvro şanda parlemanterên BDP`ê berve Îmaliyê birêketin.
Li gor nûçeyê dema ku şana parlemanteran gihîştine Atakoy marînayê li wir ji aliyê hejmarek zor li rojnamevanên Tirkiyê hatine û di bersiva pirsyarên rojnamevanan de parlemanteran ragihandiye ku, ewê piştî encamdana hevdîtinê digel Ocalan wê hevserokên partiya wan daxuyaniyên pêwîst bidin.
