• Tuesday, 10 February 2026
logo

Xwepîşandanên Dijî Malikî Li Îraqê Berdewamin

Gulan Media February 22, 2013 Nûçe
Xwepîşandanên Dijî Malikî Li Îraqê Berdewamin
Di berdewamiya xwepîşandanên xelkê Îraqê bi taybetî Suneyên Îraqê yên li dijî Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî de, evro jî li piraniya Bajar û Bajarokên Îraqê dibin diroşmeya an Îraq anjî Malikî xwepîşandanên girseyî hatin kirin.

Di xwepîşandanên evroyê de welatiyên xwepîşander daxwaz kirin daku, bilez tevahiya daxwazên wan ji aliyê Hikûmetê ve werin cîhbicîhkirin.

Welatiyên xwepîşander gefa vê yekê jî xwarine ku, eger daxwazên wan di demeke nêz de neyên çareserkirin vê demê vê helwesteke din raber bikin.
Top