Firokên Turkiye herêmê bombebaran dikin
Duh firokên cengî yên Turkiye hatin esmana devera Nihêl ya ser bi qezaya Amêdî û dest bi bombebarankirina wê herêmê kirin.
Di dema niha de firokên cengî yên Turkiyê bi dijwarî gundê Sergel`ê ya ser bi qezaya Amêdîyê dikin.
Ji aliyekî din ve welatiyê Kurd Rifet Ravînî ji gundê Divîşêş`ê ya herêma Berwarî ragihand ku firokên cengî yên Turkiye geliyê Qumriyê û derdora wê jî bombebaran kirin.
Xendan
