• Tuesday, 10 February 2026
logo

YPG bajarê Tirbispiyê rizgar kir

Gulan Media February 21, 2013 Nûçe
YPG bajarê Tirbispiyê rizgar kir
Li gor nûçeyek Xeber24,îro hejmarek mezin ji yekîneyên Kurdî digel 40 otombêlên çekhilgir bi çekên giran derbasî bajarê Tirbispî bûn û tevaya taxa û rêyên wî bajarî xistin jêr kontrola xwe.

Li gor heman çavkaniyê rewşa wî bajarî di dema niha de aloz e ji ber ku hin eşîretên Ereb li wî bajarî hevkarî û piştgiriya rêjma Beşar Esed dikin,lewra hêzên Yeknîyên Parastina Gel (YPG)di dema niha de li hemberî her hêrişeke dibekî ya rêjîmê yan jî ya şebîheyên Wê rêjîmê di amadebaşiyê de ye.

Ji aliyekî din ve serkirdeyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sîpan Ibrahîm li ser rûpela xwe ya Facebook`ê ragihandiye ku, îro proseya rizgarkirina bajarê Tirbispî ya Rojavyê Kurdistan`ê ji aliyê Yeknîyên Parastina Gel (YPG)dest pê kir û hêzên YPG bazgehên xwe li ser rêyên wî bajarî danîne.

Xendan
Top