Nêçîrvan Barzanî: Pêwîstiya Me Bi Hevkariya Holendayê Heye
Di hevdîtineke de ku, Konsulusê Holendayê yê li Îraq û Berpirsê Nuneratiya vê welatî yê li Hewlêrê jî tê de beşdarbûn, rewşa niha ya Îraq, Kurdistan û peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Îraqê de hatin nîqaşkirin.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de reşwa giştî ya Deverê û rewşa Sûriyayê jî bi awayekî berfire hate giftûgokirin.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de heyeta Holendî ragihand ku, bi mebesta rêz girtin ji qurbaniyên Helebceyê re Holenda dixwaze mînomontek bo Helebceyê li Holendayê de çê bike.
Heyeta mêwan herwiha diyar kir ku, rewşa abûrî û bazirganiya Kurdistanê bûye sedema vê yekê ku, gelek kompaniyên Holendî hewl bo vê yekê bidin ku, werin û li Kurdistanê de dest bi karên hêlbirînê bikin.
Li hember de jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ev hewldanên Hikûkmeta Holendayê bi girîng wesif kir û ragihand ku, çê kirina mînomonta Helebceyê li Holendayê gelek girîng û cêha rêz û rêzdariya me ye.
Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê herwiha daxwaz ji kompaniyên Holendî yên ku, di warê çandinê de xwedan ezmûnin kir daku, werin li Kurdistanê de dest bi kar bikin û hevkariya Hikûmeta Kurdistanê bikin.
