• Tuesday, 10 February 2026
logo

Konsulusê Amerîkayê Bi Civata Bilind ya Jinên Kurdistanê Re Civiya

Gulan Media February 20, 2013 Nûçe
Konsulusê Amerîkayê Bi Civata Bilind ya Jinên Kurdistanê Re Civiya
Duh heyeteke Konsulusxaneya Amerîkayê bi Serokatiya Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê serdana civata bilind ya jinên Kurdistanê kir û ji aliyê endamên Serokatiya civata han ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtineke de Sekretera giştî ya civata bilind a jinên Kurdistanê bi awayekî berfire behsa kar û çalakiyên civata han kir û ragihand ku, civata bilind ya jinên Kurdistanê hewl ji bo bihêz kirina pêgeha jinan di nava navendên biryardayînê de dike û armanca vê ya sereke nehêştina her cure tundûtîjî li dijî jina ye.

Li hember de jî heyeta Amerîkayî kar û çalakiyên civata han bi girîng wesif kir û ragihand ku, pêwîste civata bilind ya jinên Kurdistanê steratejiyeke nîştimanî bo nehêştina her cure tundûtîjî li dijî jinan amade bike.
Top