Serok Herêma Kurdistanê li gel Serok û Birêveberên Kompanya Gazproma Rusî civiya
Li vê civînê de behsa çalakiyên wê kompanyayê li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin. Her wiha hevkariya di navbera wê kompanya mezin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li warên neft û gaz û karebayê de kirin.
Birêz Mîller Serokê Kompanya Gazprom got: Ew bi girîngiyeke mezin ve temaşa Herêma Kurdistanê dikin û dixwazin hevkarî û şeraketekî demdirêj li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dirust bikin, bi cûreyek ku li berjewendiya her du aliyan da bê.
Serok Barzanî û şanda li gel serdana beşa kontrola wê kompanyayê kir ku çawa ew kompanya gaz ji bo gelek welatên Ewrûpa dabîn dike.
