• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî Bi Nedîm Zehawî Re Civiya

Gulan Media February 20, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî Bi Nedîm Zehawî Re Civiya
Duh Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Parlementerê Parlementoya Berîtaniyayê yê bi resen Kurd Nedîm Zehawî kir.

Di hevdîtineke de rewşa niha ya Îraq, Kurdistan û peyvendiyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin nîqaşkirin.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Zehawî hewldanên Hikûmeta Kurdistanê yên ji bo çareser kirina aştiyane ya kêşeyên heyî bi girîng wesif kir û ragihand ku, pêşkeftinên heyî yên di warê awedankirin û abûrî û bazirganî de gelek balê Berîtaniyayê kêşandine û Berîtaniya girîngî bi wan pêşkeftinan dide.
Top