• Tuesday, 10 February 2026
logo

Kişanak: Perwerdehiya Zimanê Dayikê Tirkiyeyê Perçe Nake

Gulan Media February 19, 2013 Nûçe
Kişanak: Perwerdehiya Zimanê Dayikê Tirkiyeyê Perçe Nake
Hevseroka BDP Gultan Kişanak rexne li gotinên serokê giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu û gelek derdorên din girt ku dibêjin “perwerdehiya zimanê dayikê dê Tirkiyeyê perçe bike” û ragihand, ku ev yek xelet e û bi perwerdehiya zimanê Dayikê Tirkiye perçe nabe. Kişanak daxwaz kir, ku perwerdehiya bi kurdî bihê qebûlkirin.


Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Duh di koma partiya xwe de axivî. Kişanak, bal kişand li cîhanê 2 hezar û 500 ziman ber bi mirinê ve diçin û got Zazakî jî yek ji van zimanan e. Kişanak ku Zazakî weke “ziman” bi nav kir, xwest bi hemû zimanan perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn. Hevseroka BDP’ê, di axaftina xwe de rexneyên tund li Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî kir û wiha got: “Digel ku Kiliçdaroglu Zaza ye û zimanê Zazakî li ber mirinê ye jî ew radibe dibêje ‘perwerdehiya ziman dê welat perçe bike’. Ev xeletiyek e mezin e. Zimanên cuda dewlemendî ne û tu caran jî welat perçe nake.”

Kişanak, êrîşa ku duh li Sînopê li hemberî BDP’iyan pêk hatibû jî şermezar kir û got digel ku partiya wan bernameya gera xwe dabûn Wezareta Karê Hundir jî Waliyê Sînopê duh nehatiye bajêr û ji ber vê yekê ev bûyer qewimîne. Kişanak, destnîşan kir nebûna walî ya li bajêr “reva ji berpirsyariyê ye” û wiha berdewam kir: “Bûyerên ku li wê derê qewimîn, hewldanên kuştinê bûn. Em bi tundî vê yekê şermezar dikin. Ev heqaret li gelê Behra Reş hatiye kirin. Gelê Behra Reş dildarên aştiyê û demokrasiyê ye. Em dixwazin gelê wê derê jî daxwaza xwe ya aştiyê bi dengekî bilind bîne zimên.”

Kişanak got, ku ew ji ber serbestberdana 10 şaredar û hevalên xwe yên siyasetmedar ku ji doza KCK’ê tehliye bibûn kêfxweş in.
Top