• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî Û Martin Kobler Civiyan

Gulan Media February 19, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî Û Martin Kobler Civiyan
Duh Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê NY yê ji bo karûbarên Îraqê Martin Kobler kir.

Di hevdîtineke de rewşa siyasî ya Îraqê û pêşhatin dawî yên di warê siyasî de hatin nirxandin û behsa hewldanên heyî yên ji bo derbas kirina Îraqê ji qirîza heyî kirin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Kobler armanca serdana xwe bo Kurdistanê rave kir û ragihand ku, em weke NY dixwazin ji nêz ve helwesta Hikûmeta Kurdistanê ya li hember hewldanên heyî yên ji bo çareser kirina Îraqê bibînin û got: Em weke NY piştgîriya kom kirina tevahiya aliyên siyasî yên Îraqê li dor maseya diyalog û danûstandinê dikin.

Li hember de jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî destxweşiyên xwe pêşkêşî Nunerê Sekreterê giştî yê NY yê li Îraqê kir û tekez li ser helwesta Hikûmeta Kurdistanê a li hember qirîza siyasî ya Îraqê û hewldanên heyî yên ji bo çareser kirina qirîza han kir û ragihand ku, Hikûmketa Kurdistanê di vê baweriyê deye ku, çareseriya tevahiya kêşeyan bi rêya diyalog û di çarçoweya destûra bingehîn ya Îraqê de dibe.

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê diyar kir ku, em piştgîriya diyaloga nîştimanî dikin bi awayek ku, guhdariya nêrînên tevahiya aliyên siyasî were kirin û ti aliyek neyê perawêzxistin.

Serokwezîrê Kurdistanê di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku, NY xwedan ezmûneke gelek girînge lewre dikare hevkariya Îraqiyan bike daku, kêşeyên heyî çareser bikin.
Top