• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nijadperestên Tirk li Sinopê Êrîşî Ser Şanda HDK û Parlementerên BDP Kirin

Gulan Media February 19, 2013 Nûçe
Nijadperestên Tirk li Sinopê Êrîşî Ser Şanda HDK û Parlementerên BDP Kirin
Endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku çûbûn Herêma Behra Reş a Tirkiyeyê li bajarê Sînopê rastê êrîşa nijadperestên tirk hatin. Nijadperestan êriş birin ser otomobîlên endamên HDK’ê û zirareke mezin gihandine wan. Di nava şanda HDK’ê de parlamenterên BDP Sirri Sureya Onder û Sebahet Tuncel jî hebûn.


Parlamenterên BDP’ê Sirri Sureyya Onder, Sabahat Tuncel, Ertugrul Kurkçu û Levent Tuzel, duh bi endamên HDK’ê re çûbûn Herêma Behra Reş a Tirkiyeyê. Parlamenter, duh li bajarê Çorûma Tirkiyeypê bûn, îro jî derbasî bajarê Sînopê bûn. Parlamenterên BDP’ê û endamên HDK’ê xwestin li Mala Mamosteyan a Sînopê bi gelê Sînopê re civîn pêk bînin. Lê nijadperestên ku li derdora avahiya Mala Mamosteyan civiyan êrîş birin ser wesayîtên parlamenteran û xwestin bikevin hundir. Di dema êrîşê de polîsan jî mudaxaleyî koma êrîşkar nekir. Koma êrîşkar a nijadperest li Mala Mamosteyan ala Tirk daliqandin.

Parlamanterên BDP’ê bi polîsan re hevdîtin pêk anîn, lê ji hevdîtinê tu encam derneket. Parlamenterê BDP’ê Sirri Sureyya Onder di dema hevdîtinê de bertek nîşanî polîsan da û got: “Heke hûn nikaribin ewlehiya me biparêzrin, em dê bi xwe ewlehiya xwe biparêzin.”

Herêma Behra Reş a Tirkiyeyê, herêma herî nijadperest e. Ev herêm zêdetir ji gelê Laz pêk tê. Lê ev gel niha xwe weke “Tirk” bi nav dike. Par li vê herêmê bajarê Samsûnê Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk jî rastê êrîşê hatibû û pozê wî şikestibû. Çûyîna BDP’iyan a Herêma Behra Reş, ji ber provokasyonên bi vî rengî di nava raya giştî de gelek hatibû nîqaşkirin.
Top