• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Gundekî Devera Soranê Cebelxaneyek Hate Dîtin

Gulan Media February 18, 2013 Nûçe
Li Gundekî Devera Soranê Cebelxaneyek Hate Dîtin
Şîniyên Gunda Dilêziyan ya li Devera Soranê ragihandin ku, evro di dema kar kirin bo çê kirina xaniyekî de cebelxane û çendîn parçe teqemeniyên curbicur hatine dîtin.

Şîniyên Deverê eşkere kirin ku, cîha ku, tê de xanî hatiye çêkirin Qeleya kevnar ya Dilêziyane û ev Qeleya han di dema Rejîma Baesê de weke qişlayeke leşkerî hatiye bikaranîn lewre tê payîn ku, ev cebelxaneyên han yên serdema Rejîma Baesê bin.
Top