Konferansa ‘Zimanê Kurdî’ li Amedê Hate Sazkirin
Konferans li Salona Parka Sumerê hate lidarxistin. Axavtina yekemîn ji aliyê Roşan Lezgîn ve hate kirin. Lezgîn serê pêşîn bi şêwezarê zazakî axivî û piştre axaftina xwe bi kurmancî dewam kir. Roşan Lezgîn bal kişand Ehmedê Xanî, Mîqdet Mîdhet Bedirxan, Erebê Şemo nivîsên xwe û berhemên xwe weke “kurmancî” bi nav kirine û divê kurd hemû vê rêbazê bi kar bînin.
Lezgîn destnîşan kir, ku kurdan di nava xwe de xwe weke “Zaza, Kurmanc, Soran” bi nav kirine lê li hemberî derve xwe weke “kurd” bi nav kirine û wiha got: “Lê mixabin di 20 salên dawiyê de êdî ev têgeh û binavkirin guherî ne. Êdî kurmanc ji xwe re dibêjin kurd. Bi vî awayî zaza li derve dimînin. Soran jî li Başûr ji xwe re dibêjin soran, kurmanc li derve dimînin. Divê ev têgeh biguherin û di nava xwe de şêwezarên xwe bi kar bînin. Li hemberî derve jî divê hemû ji xwe re bibêjin kurd.”
Lezgîn da zanîn, ku ji bo pêşketina vê hişmendiyê pêdivî bi eqlekî siyasî yê kurdan heye û xwest pêşengên kurdan vê hesasiyetê li ber çavan bigrin.
Piştre Prof. Dr. Kadrî Yildirim axivî. Yildirim jî li ser paşeroj û pêşeroja zimanê kurdî sekinî û ji berhemên berê yên kurdan mînakên girîng dan. Yildirim, bi awayeke ilmî nêzî zimanê kurdî bû û xwest hemû kurd çavkaniyên xwe yên resen ji xwe re weke rêber werbigrin.
Piştî axaftinan konferans bi pirs û bersivê dom kir.
