Serok Barzanî Û Adil Ebdulmehdî Rewşa Îraqê Nirxandin
Di hevdîtineke de Serokê kurdistanê birêz Mesûd Barzanî guhdariya nêrîn û ramanên Elmehdî yên di derbarê rewşa siyasî û kêşeyên heyî yên Îraqê de kir.
Di berdewamiya civîna han de her du alî tekez li ser berfiretir û bihêztir kirina diyaloga navbera aliyên siyasî yên Îraqê de kirin daku, bikaribin çareseriyeke mayende bo kêşeyên heyî bibînin.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de her du alî behsa peyvendiyên Dîrokî yên di navbera her du aliyan de kirin û tekez jî li ser bihêztir kirina peyvendiyên han kirin.
