• Tuesday, 10 February 2026
logo

Cîhbicîh Nekirina Peymana Hewlêrê Sedema Kêşeyên Heyiye

Gulan Media February 17, 2013 Nûçe
Cîhbicîh Nekirina Peymana Hewlêrê Sedema Kêşeyên Heyiye
Parlementerê Parlementoya Îraqê yê ser bi firaksiyona Îraqiye Xalid Elwanî ragihand ku, xwe vedizîna Hikûmeta Îraqê ji cîhbicîh kirina peymannameya Hewlêrê sedema sereke ya kêşeyên heyî yên li Îraqê ye.

Elwanî anî ziman ku, Serokwezîrê Îraqê û Hikûmeta niha ya Îraqê bi ti awayî ne amadene ku, maf û azadiyên aliyên din yên siyasî yên Îraqê gerentî bikin û Hikûmet jî bi her awayî hewl bo xwe vedizîn ji cîhbicîh kirina peymannameya Hewlêrê dide.

Çavkanî di beşeke din ya axaftinên xwe de jî behsa civata bilind ya dadweriya Îraqê kir û balkêşande ser vê yekê ku, Serokê berê yê vê civata han ev civat siyasî kiriye û xistiye bin xizmeta Hikûmet û Serokwezîrê Îraqê de.
Top