Mekteb Siyasiya PDK Peyamek Pêşkêşî YXK Û YCDK Kir
Mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê herwiha daxwaz ji wan her du Yekîtiyan kiriye daku, bi rêhê berê û bi heman fedakariya berê di pêvajoya niha de jî bi awayekî serdemiyane û zanistî rola xwe ya girîng bilîzin û weke demên derbasbûyî bi her awayî hewl bo parastina destkeftên netewî yên Gelê Kurd bidin.
Mekteb siyasî di beşeke din ya peyama xwe de ev yek diyar kiriye ku, ev her du Yekîtiyên han weke yadigarên Barzaniyê Nemirin û di Dîroka xwe de karîne çendîn têkoşer û çalakvanên birûmet perwerde bikin.
Mekteb siyasî di dawiya peyama xwe de daxwaz ji her du Yekîtiyên han kiriye ku, pêwîste di pêvajoya niha û ya paşerojê de bi rêheke lêbûrdeyî, tebayî û bi berpirsiyartiya netewî tev bigerin û erkên xwe cîhbicîh bikin.
