• Tuesday, 10 February 2026
logo

Berpirsekî Artêşa Êraqê li Tilefere hat kuştin

Gulan Media February 17, 2013 Nûçe
Berpirsekî Artêşa Êraqê li Tilefere hat kuştin
Duh (Şemî. 16.02.2013) di hêrişeke xwekujî de li bakura Îraqê, berpirsekî Dezgeha Saloxkariya (Istixbarat) ya Wezareta Berevaniya Êraq`ê hate kuştin.

Di wê teqînê de, ku roja Şemiyê li taxa El Wihde ya bajarê Tilefer ya Turkmennişîn ya ser bi parêzgeha Mûsil`ê pêk hat, herwiha du nobedarên wî berpirsî hatin kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku, General Elî Ewnî hate kuştin dema hêrîşberekê xwekuj bombên xwe li pêş mala wî teqand.

Xendan
Top