• Tuesday, 10 February 2026
logo

BDP navê endamên şandeya Îmralî diyar kir

Gulan Media February 17, 2013 Nûçe
BDP navê endamên şandeya Îmralî diyar kir
Partiya Aştî û Demokrasiyê navê şanda ku biryare serdana serokê PKK Ebdula Ocalan li girtîgeha Îmraliyê bike destnîşan kir, lê ew li benda bersiva wezîrê Dad yê Turkiyê ne.

Rojnameya Today Zaman ya Turkî belav kiriye ku, Partiya Aştî û Demokrasiyê bersiva wezareta Dad ya Turkiyê derbarê destnîşankirina navên kesên ku serdana serokê Partiya Karkerên Kurdistan`ê (PKK)Ebdula Ocalan li greva Îmraliyê daye daku gotûbêjan derbarê proseya aştiyê li wî welatî bikin.

Li gor wê rojnameyê endamên wê şandê ji hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê Selahedîn Demîrtaş û parlementera BDP`ê Perwîn Buldan û hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)Ehmed Turk pêk tê ku di dema niha de ew çavrêya bersiva wezareta dadê ya Turkiyê dikin.

Xendan
Top