• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serok Barzanî Bi Nuner Û Konsulusên Ewrûpa Yên Li Îraqê Re Civiya

Gulan Media February 16, 2013 Nûçe
Serok Barzanî Bi Nuner Û Konsulusên Ewrûpa Yên Li Îraqê Re Civiya
Evo li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi Nuner û Konsulusên Yekîtiya ewrûpayê yên li Îraqê re civiya.

Di destpêka civîna han de Konsulusê YE eşkere kir ku, ev heyeta han yaku, nuneratiya 27 welatiyên YEê dike li ser daxwaza yekîtiya han serdana Kurdistanê kiriye û ev civîna han jî daxwazeke yekîtiya hane û armanc ji vê civînê jî hayedarbûna YEê ji nêrîn û ramanên Serok Barzanî yên di derbarê rewşa Îraqê deye.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, YEê li hember rewşa niha û qirîza heyî ya li Îraqê de gelek bifikare û bi ti awayî YEê nabe hevkar û hevpeymanê ti aliyekî ku, rêzê ji destûra bingehîn ya Îraq û normên demokrasî negire, ev civîna han bo me gelek girînge jiber ku, em dixwazên nêrîn û siyaset û helwestên Serok Barzanî û herwiha pêşniyarên Serok Barzanî yên di derbarê çawetiya çareser kirina qirîza han de hîn bibin û di Hefteya pêşiya me emê li civîna Birûkselê de behsa wan nêrîn û ramanan bikin.

Heyeta YE herwiha ev yek jî anî ziman ku, YEê piştgîriya danûstandina navbera aliyên siyasî yên Îraqê ên ji bo çareser kirina aştiyane ya qirîza heyî dike û dibe hilbijartinên pêşiya me yên Îraqê hilbijartinên azad û di bin çavdiriya navnetewî de bin.

Di berdewamiya vê civîna han de Serok Barzanî jî bi awayekî berfire behsa rewşa niha ya Îraqê û herwiha qirîza heyî kir û ragihand ku niha Îraq bi qirîzeke gelek aloz re rûbirûye û dibe ev qirîza han bi awayekî mayende were çareserkirin.

Di derbarê destûra bingehîn ya Îraqê de jî Serok Barzanî behsa vê yekê kir ku, sedema sereke ya kêşeyên niha yên Îraqê binpê kirina destûra bingehîn ya Îraqê ji aliyê desthilata Îraqê ve ye û eger aliyên siyasî yên Îraqê bi destûra bingehîn ya Îraqê re girêdayî bûbana bêgoman ev kêşeyên han dernedeketin.

Serok Barzanî diyar kir ku, Kurd hertim hewl dide daku, bibe beşek ji çareseriya kêşeyan û di vê derbarê de jî heta niha Kurd gelek hewl daye û vê hewldanên han jî berdewam bin.

Serok Barzanî anî ziman ku, biryare di dawiya vê Mehê de civîneke berfire di navbera aliyên siyasî yên Îraqê li Hewlêrê de were lidarxistin û armanc ji vê civîna han jî nirxandina rewşa Îraqê û herwiha giftûgo kirina pêngavên pêwîste ku, dibe werin avêtin.

Di derbarê hilbijartinan de jî Serok Barzanî diyar kir ku, em piştgiriya hilbijartinên azad, serbixwe û bê hîle dikin û lê beriya saz dana hilbijartinan dibe amareke baş û rast li welat de were amadekirin û YEê jî dikare di vê derbarê de hevkarî bike.
Top