Hê xizmên Hawkar nizanin kurê wan li Suriyê hatiye kuştin an na
Bavê Hawkar, Mihemed derbarê nûçeya kuştina kurê xwe de ji Rûdawê re wiha got: “Me jî bihistiye ku qaşo Hawkar li bajarê Heleb ê Sûriyê hatiye kuştin, lê di destê me de zanyariyên dirûst nîne.”
Hawkar Mihemed runiştvanê taxa Xebat a Silêmaniyê ye, berê li zanîngeha Silêmaniyê beşa Kimya dixwend. Piştre dest jê berda û ji bo xwendina pijîjkî çû bajarê Bengelor ê Hindistanê.
Behsa wê yekê tê kirin ku Hawkar ji bo beşdarî şoreşa gelan a li Suriyê bike, çûye Sûriyê. Herwiha tê îdia kirin ku 12.02.2013’an ji aliyê hêzên rejima Sûriyê ve li Helebê hatiye kuştin.
Rudaw
