• Tuesday, 10 February 2026
logo

Erdogan li Mêrdînê bang kir: Êdî çekan çal bikin

Gulan Media February 16, 2013 Nûçe
Erdogan li Mêrdînê bang kir: Êdî çekan çal bikin
Serokwezîrê Tirkiyê Rececp Tayyip Erdogan serdana bajarê Mêrdînê yê bakûrê Kurdistanê kir û li wir bangî PKK kir: “Êdî çekan çal bikin, çekdan danên!”

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro (16.02.2013) derdora saet 13:00 gihîşt balafirgeha Mêrdînê û di bin tedbîrên ewlehiyê yên tund de ber bi navenda bajêr ve çû.

Li gorî nûçeya NTV a Tirkiyê, Erdogan ji gel re axaftinek kir û diyar kir ku ji bo vekirina gelek projeyan hatiye Mêrdînê û ji xelkê deverê xwast ku “li dijî terorê derkevin” da ku ev dera jî geş bibe.

Serokwezîrê Tirkiyê behsa qonaxa hevdîtinên navbera dewlet û rêberê PKK Abdullah Ocalan jî kir û got ku qonax bi awayekî erênî pêşve diçe û wiha axivî: “Şer hêsan e lê aştî zor e. Lê em tişta zor dixwazin.”

Erdogan li Mêrdînê bangî PKK jî kir û wiha anî ziman: “Êdî çekan bixin bin erdê, çekan danên!”

Hat gotin ku ji bilî hevjîna Erdogan, wezîrên darayî, gihandin, navxwe û perwerdeyê pê re ne.

Rudaw
Top