• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî Encumena Bilinda Kurdê Suriye civiya

Gulan Media February 16, 2013 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî Encumena Bilinda Kurdê Suriye civiya
Îro şemî 16/02/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel şandekî Encumena Bilinda Kurdên Suriye civiya.

Li civînê de, şanda Encumena Bilinda Kurdên Suriye gelek bi hurî behsa pêvajoya siyasî, leşkerî, emnî û aboriya Suriye bi giştî û rewşa Kurdên wî welatî bi taybetî kirin. Li ber ronahiya wan rûdawên ku li vî welatî de rû didin û her wiha pêwendiyên li gel rikeberên Suriye hate nirxandin.

Serok Barzanî bi navê gihîştina maf û daxwazên wan yê rewa piştevaniya xwe ji bo gelê Kurd li Suriye dûpatkir û ji bo vê mebestê jî tekez li wê yekê kir ku pêwîste hêz û aliyên nav Encumena Bilinda Kurd parêzgeriyê li yekîtî û yekrêziya xwe bikin û rê li her helwestekî ku bibê sedema têkçûna wê yekrêziyê bigrin. Ji ber ku her bi wê yekrêziya xwe dikarin maf û daxwaziyên xwe bi dest bixin.

Her wiha rewşa penaberên Suriye li Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê civînê bû ku hate nirxandin û li vî warî de şanda Encumena Bilinda Kurdên Suriye ji bo wê girîngîdana berdewamiya ku bi penaberan dide li pêşkêşkirina yarmetî û alîkariyên pêwîst spasiya Serok Barzanî û xelkê Herêma Kurdistanê kirin û Serok Barzanî jî vê girîngî û alîkariyê bi erkekî mirovî û neteweyî da zanîn.
Top