DBK ligel Barzanî dicive
Endame DKB’ê Siûd Mela ji Rûdawê re wiha got: “Civîna her 10 endamên DBK’ê ya ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dest pê kir.”
Siûd Mela wiha got: “Di civînê de wê pirsa rojavayê Kurdistanê, peywendiyên di navbera aliyên siyasî de, arîkariya Herêma Kurdistanê ya ji bo rojavayê Kurdistanê, herwiha serdana birêz Mesûd Barzanî ya bo Rûsyayê bê guftûgokirin.”
Hemû endamên DBK’ê (Hêjmara wan 10 kes) dûh gihiştin Herêma Kurdistanê.
Li gor zanyariyên ku ji serokatiya Herêma Kurdistanê ketine destê Rûdawê, li ser vexwendina fermî ya Rûsyayê, biryare Barzanî di nava rojên bê de serdana Rûsyaye bike û ligel berpirsên wî welatî bicive.
Rudaw
