• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Dewletê Brîtanya yê Karubarê Rojhilata Navîn kir

Gulan Media February 15, 2013 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Dewletê Brîtanya yê Karubarê Rojhilata Navîn kir
Duh pênçşem 14/02/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Elîster Bêrt Wezîrê Dewlet yê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa li Wezareta Derveya Brîtanya û birêz Sîmon Kolîs Balyozê Brîtanya li Iraq û Hîu Îvans Konsolê Giştî yê wî welatî li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de, guftûgo li ser bihêztirkirina pêwendiyên navbera her du aliyan li warên bazirganî û veberhênan û perwerdeyê de hate kirin û li vî warî de Wezîrê Dewlet yê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa li Wezareta Derveya Brîtanya ji bo wê girîngiya ku bi kompanyayên Brîtaniyan didin û karhêsaniyê ji bo wan dikin spasiya welatê xwe pêşkêşî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û serdanê vê carê jî ya Herêma Kurdistanê bi nîşana girîngîdana welatê xwe ya ji bo berfirehkirina asta pêwendiyan de, geşbûna aborî û bazirganiya Herêmê jî wekî fakterekî serekiya dirustkirina pêwendiyekî bi hêz da zanîn û hêvî xwest ku ev serdana wî bibê sedema vekirina asoyekî berfireh ya alîkariya aborî û bazirganiya li navbera kerta taybetiya Brîtaniya û dam û dezgehên Herêma Kurdistanê.

Serok Barzanî aramiya siyasî û îdariya Herêma Kurdistanê û pêşketina aborî û bazirganiyên Herêmê rûnkir û vekirina dergehên Herêmê jî li rûyê kompanyayên Brîtanya da dûpatkir.

Li mijareke dinê hevdîtinê de her du alî behsa qeyrana siyasiya li Iraqê û ew asteng û sedemên ku rû bi rûyê pêvajoya siyasî bûne û rewşa navçeyê bi giştî û rewşa Suriye bi taybetî kirin. Li vî warî de jî Wezîrê Dewlet yê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa li Wezareta Derveyê Brîtanya behsa rola Herêma Kurdistanê li hewandin û alîkarîkirina penaberên Suriye li Herêma Kurdistanê da kir.
Top