• Tuesday, 10 February 2026
logo

Parlementoya Berîtaniyayê Giftûgo Li Ser Komkujiya Gelê Kurd Dike

Gulan Media February 15, 2013 Nûçe
Parlementoya Berîtaniyayê Giftûgo Li Ser Komkujiya Gelê Kurd Dike
Parlementoya Berîtaniyayê evro bi fermî ragihand ku, projeya giftûgo kirin li ser komkujiya Gelê Kurd ji aliyê Rejîma Baesê ve pesend kiriye.

Biryare Parlementoya Berîtaniyayê li ser vê yekê giftûgo bike ku, gelo komkujiya Gelê Kurd dikeve nava çaçroweya genoside an na.

Eger di giftûgoyên Parlementoya Berîtaniyayê de komkujiyên ku, li ser Gelê Kurd hatine sepandin weke Genoside werin nasîn vê demê Parlementoya Berîtaniyayê dest bi dengdan li ser qebûl kirina Genoside a li dijî Gelê Kurd dike.

Hêjayê gotinêye ku, zêdetir ji 5 hezar û 700 welatiyên Berîtaniyayê dest bi kempînek kirine û di vê kempîna han de daxwaz ji Hikûmet û Parlementoya vê welatî kirine ku, komkujiyên han weke Genoside nas bike û bikujên Gelê Kurd de radestî Dadgehê bike.
Top