‘Min rêkin Qendîlê ez ê wan razî bikim’
Ektera şanoyê Ayşen Ermane (Ayşen Gruda) ku temenê wê 67 sal e, beşdariya 67 fîlmî û 18 zincîrên dramatîtkî û hejmarek gelek ji şanoyan kiriye.
Ew jina hunermend û komedîkar, di sala 1945 de li gundekî nêzîkî Îstanbulê ji dayik bû, ku cînişînên wî Ermen û Romî ne.
Ayşen Ermane proseya çareserkirina pirsgirêka Kurdî li Tirkiyeyê bi çarenûssaz pesin dide û amadebûna xwe nîşan da ji bo ew jî li gor karîna xwe beşdariyê di wê proseyê de bike.
Ermane ji Rûdawê re got "Eger dewlet rê bide ez amade me herim Qendîlê û wan razî bikim." Lê Ayşen bêhêvî ye ku dewlet rê bide wê "Ez nabînim ku wê rê bidin min û pirsyariya çûna min a Qendîlê têxin stûyê xwe, ez jî nikarim bi xwe wî karî bikim."
Ayşen di dîdareke berê de bi rojnameya TARAf a Tirkiyeyê re, proseya çareseriya pirsgirêka kurdî wek hilgirtina kevirekî mezin dibîne. Di wî warî de dibêje "Bera em tev destan têxin bin wî kevirî û hilgirin. Ew pereyên ku ji bo nehiştina terorê tên xerckirin, bera ji bo çêkirina nexweşxane û dibistanan bên xerckirin".
Ayşen di gotinên xwe de ji bo wê rojnameya Tirkî ji wê bawer e ku bandora wê li ser PKK heye "Ew jî bi fîlmê min têgihiştin, lewma bê dudilî diçim şikeftên wan û axaftinê bi wan re dikim."
Ayşen, ku bi xwe Tirk e, bi Ermen û Romiyan re mezin bûye, dibêje ew gotinên ji bo çareserkirinê dike gotina hemû dayikên Tirkiyê ye "Bidawîhatina şer hesreta her dayikê ye. Hêvî dikim ku hûn nehesibînin min tiştekî taybet gotiye, tenê ez dixwazin ew malwêranî bidawî bibin ku çend sal in em ji ber wan têşin."
Hunermendê Tirk Edîz Hun, piştgiriya gotina Ayşen Gurda kir û ji Rojnameya TARAFê re got eger rê ji min re bê dan ez jî dixwazim herim çiyê.
Rudaw
