Nûnerê Ehmedînejad li Libnanê hat kuştin
Berpirsê peywendiyên giştî yê artêşa pasdarên Komara Îslamî ya Îranê Remezan Şerîf ragihand: “Şevadin nûnerê hikûmeta Îran û serokê desteya nûjenkirina Îran li Libanê li ser rêya Şam-Beyrûtê ji aliyê kes an jî kesên çekdar ve hat kuştin.”
Heman berpirsê pasdarên Îranê wiha got: “Hesen Şatirî yek ji fermandarên paye bilind ên pasdarên Îranê û yek ji mihendizên şerê 8 salî yê navbera Îran-Iraqê de bû.”
Di demek ku tevayî çapemeniya Îranê navê wî berpirsî bi navê eqîd Hesen Şatirî veguhestine, çapemeniya navçeyî û cîhanî bi navê Hîsam Xoş Niwîş bi nav kirine.
Li gor malpera ‘Lêkolînên Jeopolîtîk’ eqîd Hesen Şatrî li derveyî Îranê bi nasnavê Hîsan Xoş Niwîst kar dikir.
Rudaw
