• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hêzên Ewlekarî Li Bexdayê Ketin Amadebaşî

Gulan Media February 14, 2013 Nûçe
Hêzên Ewlekarî Li Bexdayê Ketin Amadebaşî
Piştî belavbûna nûçeyên di derbarê saz dana xwepîşandanekî li Taxê Ezemiye li Bexdayê de, duhê bişev hêzên ewlekarî yên li Bexdayê bi mebesta wergirtina tedbîrên pêwîst li hember xwepîşandanan ketin amadebaşî.

Çavkaniyên nûçeyan eşkere kiribûn ku, Şîniyên Taxê Ezemiye biryar dane dest bi xwepîşandaneke berfire li dijî Hikûmeta Malikî bikin û bo vê çendê çandîn daxuyanî û belavok hatine weşandin û daxwaz ji xelkê kirine daku, li berdem mizgefa Ebî Henîfe Noeman kom bibin.

Piştî belav bûna wan zaniyariyan hêzên polîs û hêzên din yên ewlekarî ên li Bexdayê ji duhê bişev heta niha di amadebaşî dene û kontrola vê taxa han bi giştî xistine bin destê xwe.
Top