• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Emerîka li Iraq kir

Gulan Media February 14, 2013 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Emerîka li Iraq kir
Duh çarşem 13/02/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Stephen Beecroft Balyozê Emerîka li Iraq û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de, her du alî rewşa siyasî û tevgera demokratî û karê Parlemen li Iraqê da guftûgokir û tîşk xistin li ser hewlên aramkirina girjiyên navbera aliyê siyasiyan û piştgîriya xwe jî ji bo her hewlekî aştiyaneya çareserkirina kêşe û aloziyan dûpat kirin.

Balyozê Emerîka behsa giringiya hevdîtin û civînên Serok Barzanî ya li gel aliyê siyasiyên Iraqê kir ku bi mebesta dirustkirina hevdû têgîştinekî nîştimanî û handana wan aliyên ji bo li ber girtina zimanê diyalog û guftûgoyê encam dayîn û tekez jî li wê yekê kir ku wekî serkirdeyekî bawerpêkirî û diyar û xwedî pêgehekî bandor Serok Barzanî dikarê li destpêşxeriyekî nû da hemû aliyan kombike û bi pişt bestina bi destûr û peymanan û danîna bernameyekî xûrt ji bo bi cîhkirina wan ya bi awayekî ku hemû alî li ser kok bin û hemû aliyek jî bi serkeftî ji wê tengasiyê derkeve‌.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî dûpat kir ku Kurd herdem li kêşeyan de li gel çareseriya aştiyaneye û baweriya cenabê wî bi wê yekê heye ku hemû kêşe û alozî li rêya diyalogê ve û bi mekanîzmên destûr û peymanan bêne çareser kirin û tekez jî li wê yekê kir ku ev pêvajoya niha girjî û tundiyê zêdetir hilnagirê û bi berdewamî jî dibê li hewlên bi navê ramankirina pêvajoyê û komkirina hemû aliyan bi navê peymanekî seranserî ku dawî bîne. Di derbarê girjiyên niha û welat jî biçê qonaxekî nû ve, bi temamkirina hengavên binyatnanê cumgeyê serekiyên dewlet û revandina metirî û gumanan.
Top