Serokê Herêma Kurdistanê li gel aliyê siyasiyên Herêmê civiya
Li civînê de sê mijarên serekî hate nirxandin:
1- Encama serdana dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê ya li Elmanya û beşdarîkirina li Kongreya Aboriya Davos û serdana fermiya li Îrlandaya Bakûr.
2- Pêşketinên dawî ya rewşa siyasiya Iraqê bi giştî û xwepêşandana parêzgehên Mûsil, Kerkûk, Enbar, Selahedîn, Diyale û navçeyên dinê Iraqê.
3- Pêşketinên dawî yên navçeyê bi giştî û Suriye bi taybetî.
Beşdarvanên civînê yek helwestiya gelê Kurdistanê li parastina Herêm û mafên destûrî û bergirîkirina li pêvajoya demokrasiya seranserê Iraqê bilind nirxand û tekez jî li ser çareseriya aştiyaneya hemû gîr û giriftên Iraqê kirin û xweşhaliya xwe jî di derbarê her destpêşxeriyek derbirîn ku dibê cihê aramkirina pêvajoyê û destpêkirina diyalogên ciddî û hevdû têgihiştina binyatner ya li navbera aliyê Iraqiyan da bi armanca pêkanîna peymaneke seranserî ku dawî bi wê bargirjiya niha ya welat de bîne.
Aliyê beşdarvanên civînê:
1- Partiya Demokrata Kurdistanê
2- Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
3- Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê
4- Tevgera Îslamiya Kurdistanê
5- Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê
6- Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê
7- Partiya Şu'iya(Komunist) Kurdistanê
8- Tevgera Demokratî Turkmenî li Kurdistanê
9- Lîsta Çaksaziya(Reform) Turkmen
10- Lîsta Hewlêrî Turkmenî
11- Tevgera Demokrata Aşûrî
12 - Encumena Gelê Kildan Siryan Aşûr
13 - Lîsta Ermen
14- Lîsta Serbixwe
15- Kesayetiyê siyasî birêz Fexrî Kerîm
