• Tuesday, 10 February 2026
logo

Karayilan: Pêwîst nake dewlet bi PKK re rûnê

Gulan Media February 13, 2013 Nûçe
Karayilan: Pêwîst nake dewlet bi PKK re rûnê
Serokê desteya serokatiya Koma Civakên Kurdistan (KCK), Murad Karayilan diyar kir ku Tirkiyê tu hevdîtinek bi PKK re nekiriye û tu pêwîstiya vê yekê jî tune ji ber ku Ocalan nûnertiya PKK dike.

Murad Karayilan ji ANF re axivî û nûçe û îdiayên ku dibêjin navbera PKK û dewletê de hevdîtin pêk hatiye, derewand û diyar kir ku heta niha dewleta Tirkiyê bi rayedarên PKK re hevdîtin pêk neaniye.

Karayilan destnîşan kir ku tu daxwaziya wan a hevdîtinê bi dewletê re jî nîne û wiha axivî: “Ji ber ku serok Apo nûnertiya me dike û ew çi bêje em qebûl dikin.”

Serokê KCK, her wiha Amerîka û Ewrûpa bi wê tohmetbar kir ku ji bo serkutkirina kurdan alîkariyê Tirkiyê dikin, ji ber ku eger ew alîkariyê nedin tirkan ew nikarin vê yekê bikin.
Top