• Tuesday, 10 February 2026
logo

Demîrtaş: Heta siyaset azad nebe çek nayê danîn

Gulan Media February 13, 2013 Nûçe
Demîrtaş: Heta siyaset azad nebe çek nayê danîn
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, helwesta dewletê ya li hemberî hevdîtinên li Îmraliyê rexne kir û xwest hikûmeta AKP'ê durist û samîmî tev bigere. Demîrtaş, pêvajoya muzakereyan û astengiyên li hemberî BDP'ê jî rexne kir û diyar kir ku heta siyaset azad nebe çek nayên berdan û pêvajo pêş nakeve.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş di civîna fraksyona BDP'ê ya Meclisê de pêvajoya hevdîtinên li Îmraliyê nirxand û diyar kir ku niha li Tirkiyeyê niqaşa sereke hevdîtinên Îmraliyê ye û wiha got: "Ji 15'ê Sibata 1999 ve heta niha 14 sal derbas bû û hikûmeta niha li Îmraliyê hevdîtinan bi birêza Abdullah Ocalan re dike. Ev qonax dereng ma û diviya zûtir dest pê biba lê dîsa her çend dereng mabe jî divê ji niha û şûnde em gavek nû bavêjin. Her çend dereng mabe jî dîsa em piştgiriyê didin vê qonaxê û dixwazin pêş bikeve."

Demîrtaş, behsa kuştina xortê kurd ji aliyê hêzên polîs ve jî kir û xwest ku Waliyê Amedê û Midûrê polîsan ê Amedê û Wezîrê Karê hundir vê yekê aşkere bikin.

Selahedîn Demîrtaş, destnîşan kir ku aştî êdî ne pirsgirêka Tirkiyeyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Pirsgirêka hemû herêmê ye. Ji ber vê yekê em di nava hewldan û têkoşîna ku em dê çawa aştiyê bînin Tirkiye û herêmê dene. Ji bo çek bi dawî bibin, divê siyaset azad bibe. Ger ku siyaset ne azad be çek azad nabin. Heta ku siyaset azad nebe çek nayên berdan. Em ji bo siyaset û muzakereyan hene. Ger ku hûn bixwazin siyasetmedaran ji nasname û vîna wî dûr bixin û piştre bêre muzakereyan bikin, ev yek encamê bi dest naxin. Em nabêjin ku BDP neçe Îmraliyê dê her tişt xelas bibe. Em dibêjin hewce be em dikarin li derve jî piştgiriyê bidin pêvajoya Îmraliyê. Em dîsa dibêjin ne ji ber me pêvajo tê xetimandin. Ger ku dîsa dê hevdîtin li Îmraliyê bên kirin bila bên kirin em dê li derve piştgriya xwe bidin wan. Em nabêjin îllahî em dê biçim Îmraliyê. Lê em li dijî feraseta ku dixwazin pêvajoyê li gorî xwe bi rêve bibe û araste bikin in.”

Hevserokê BDP, da zanîn ku ger dixwazin vê krîza hikûmet ava dike ji holê rakin ew amade ne ku piştgiriyê bidin û wiha pêde çû: "Em naxwazin û destûr nadin ku BDP'ê wekî amûra krîzê nîşan bidin. Em dixwazin pêvajoya çareseriyê pêş bikeve. Em dixwazin pêvajo zelal û samîmî pêş bikeve. Li gel hemû hewldanên me meh û nîvek e hevdîtinên Îmraliyê pêk nehatine. Niha hinceta keştî xerabe ye heyetê naşînin Îmraliyê. Lê yê xerabe Erdogan bi xwe ye. Pêvajo bi vê feraset û hişmendiyê pêş nakeve. Civaka Tirkiyeyê 30 salin li benda vê aştiyê e. Her ku dem dirêj bibe û dem têkeve navberê dê provokasyon jî zêde bibin. "

Demîrtaş, kadrodayîna cerdevanan jî rexne kir û wiha got: "Li şûna hûn hezar kadro cerdevan didin çewlîkê kadroya hezar karkerê daristanê bidin Çewlikê. Bila dar bên çandin aştî pêş bikeve. "

Demîrtaş, li ser makeqanûna nû jî rawestiya û got: "Salek û nîv e komîsyona lihevkirinê ya makeqanûnê xebatê dimeşîne. Em dixwazin makeqanûna gel a sivîl û demokratîk bi tevlêbûna hemû partiyên siyasî yên li meclisê û dervê meclîsê bi lihevhatinekê ava bikin. Divê komîsyona li hevhatinê xebata makeqanûnê pêş biçe. Ger ku komîsyon nerîn, pêşniyar û makeqanûnên hemû partî, saziyên sivîl rêxistin û nûnerên gel li ber çavan nagire makeqanûna demokratîk pêk nayê. Divê hemû ziman azad bin. Îro li Tirkiyeyê zimanê tirkî jî ne azad e. Tiştê em diparêzin, parastina hemû ziman, bawerî, çand û nirxên civakê ye. Divê mafê rêxistin, pêşandan, siyast û ramanê tev azad bibe. Divê mafê tenduristî, perwerdehî, jin, siyaset û baweriyan bê parastin. Kesên ku vê yekê neparêzin nikarin makeqanûna azad saz bikin."

Rudaw
Top