Wan bi tundiya 4.3 hejiya
Li gorî ajansên nûçeyan ên Tirkiyê, Duh (12.02.2013) derdora saet 19:00 bajarê Wanê hejiya.
Li gorî agahiyên navenda şopandina erdhejê ya zanîngeha Bogaziçi ya Stenbolê, tundiya erdhejê 4.3 bûye û navenda wê jî li nêzîkî gundê Çitoren û di kûrahiya 5 km de rû daye.
Hat gotin ku ji ber erdhejê xelk tirsiyane û ji malên xwe derketine.
Li bara zirar û ziyanên erdhejê de tu agahî nehatin belavkirin.
Rudaw
