• Tuesday, 10 February 2026
logo

‘PKK dikare di nav mehek de çek berde’

Gulan Media February 13, 2013 Nûçe
‘PKK dikare di nav mehek de çek berde’
Musteşarê berê yê Rêxistina Îstixbarata Netewî (MÎT) Cevat Oneş, destnîşan kir ku ger pêvajoya demokratîkbûnê bi rêk û pêk bimeşe, PKK dikare di nav mehek de çek berde.

Musteşarê berê yê Rêxistina Îstixbarata Netewî (MÎT) Cevat Oneş, pirsên ntvmsnbc bersivand. Oneş, diyar kir ku ji ber bandora Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser girseyan, muxatab girtina wî rast e. Oneş, got ku piştgiriya Serokê Emrîkayê Barack Obama ya ji bo çareseriya pirsgirêkê, di hêla demê de girîng e. Oneş, xwest ku BDP pirsgirêkên takekesî yên rêbertiyê deyne aliyek û bikeve pêvajoya çareseriyê. Oneş, destnîşan kir ku Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gotiye “Jehr jî bixwim, ez ê pirsgirêkê çareser bikim” û anî ziman ku Erdogan bi vî vîna ji bo çareseriyê daniye hole. Oneş, wisa difikire ku di aliyê bêçekbûna PKK’ê de di nav vê mehê de dibe ku pêşketinên girîng çêbin.

‘Pêwîst e ku BDP, hesasiyetên kurdan û yên hemû civakê li ber çav bigre’

Oneş, destnîşan kir ku di çareseriya pirsgirêka kurd de di dîroka komarê de heta niha evqas nêzî çareseriyê nebûne û wiha got: “Gotinên Serokwezîr Erdogan ên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bilêv kiriye, dibe ku em wekî daxuyaniyek psîkolojîk a ji bo rayagiştî binirxînin. Lê dema em li Erdogan dinhêrin, em rêberek ku li ser soza xwe disekine dibînin. Di bêçekirina PKK’ê de meseleya herî girîng, avabûna vîneke siyasî bû. Pêwîst e ku BDP, hesasiyetên kurdan û yên hemû civakê li ber çav bigre û bibiryariya xwe ya tevlîbûna li pêvajoyê, zêdetir bike.”

Zûkirina pêvajoya makeqanûna nû

Oneş, da zanîn ku mijara li serê disekinin tenê çekberdana PKK’ê nîne û destnîşan kir ku çekberdana PKK’ê gelek girîng e. Oner wiha got: “Ya girîng ew e ku pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyê bilez bibe, standardên wê zêde bibe. Divê Tirkiye pirsgirêka kurd jî di nav de hemû pirsgirêkên xwe çareser bike. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku di çarçoveya makeqanûnî de avakirina makeqanûneke nû, avakirina hawireke ku lihevkirineke nû ya civakî pêk hatiye tên jiyîn. Dema em vê meseleyê li ber çav bigirin, bi pêvajoya demokratîkbûnê re, meseleya bêçekbûnê dikare were rojevê. “

‘PKK encama neçareserkirina pirsgirêka kurd e’

Oneş anî ziman ku mirov nikare bêçekbûnê bike tora demê û bêje filan roj, filan meh dê pêk bê. Oneş, destnîşan kir ku di nav meheke pêşiya me de dê çekberdan bibe xala herî girîng a rojevê û ev agirbesta mayînde, piştre em dikarin li benda zûkirina xebatên demokratîkbûnê bisekinin. Oneş da zanîn ku dema ev xebat bên kirin, dê bibînin ku çend gavên baweriyê didin, tên avêtin. Oneş, destnîşan kir ku divê mirov mijara muxatabiyetê zelal bike û wiha pê de çû: “Ez dibêjim muxatabê rastîn, gelê tirk e. Ji ber ku em naghîjin demokrasiyeke bi qelîte, em nikarin pirsgirêka kurd jî çareser bikin. Ji ber ku me nekarî pirsgirêka kurd çareser bikin, tevgera çekdarî ya PKK’ê derket hole. Di nav hewldana demokratîkbûnê de pirsgirêka kurd dê çareser bibe. Ji ber ku mijara sereke bêçekkirin e, Ocalan wek aktoreke girîng derdikeve pêşiya me. Ocalan, aktorê navendî ye. Ez vêya wekî metodeke rast dibînim. Bandora wî ya li ser girseyan heye. Dikarin bi rêya Ocalan bi Qendîl û Ewropayê re hevdîtin çêkin û encamp bigirin. Ocalan di nav Tirkiyeyîbûnê de li meseleyê dinhêre. Di nav Tirkiyê de li çareseriyê digere. Ev jî girîng e.”

Rudaw
Top