• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Mêrsînê balafirek ket: 1 mirî 1 birîndar

Gulan Media February 13, 2013 Nûçe
Li Mêrsînê balafirek ket: 1 mirî 1 birîndar
Li navçeya Tarsûs a Mêrsînê li Tirkiyê, balafirek ket û di encamê de kesek mir û yek jî birîndar bû.

Li gorî nûçeya ajansa Dogan a Tirkiyê, li devera Tarsûs a Mêrsînê, balafireka perwerdê ket û di bûyerê de kesek mir û yek jî birîndar bû.

Qaymeqamê Tarsûsê Orhan Şefîk, bûyera ketina balafirê piştrast kir û diyar kir ku tîmên alîkariyê çûne cihê bûyerê.

Li bara sedema ketina balafirê de tu agahî nehat dayîn û hat gotin ku tenê 2 kes di balafirê de hebûne.

Rudaw
Top