Opozisyon Dîsa Dest Bi Provakasiyonê Kir
Di dema derbasbûna Parlementeran bo nava salona parlementoya Kurdistanê, Parlementerên ser bi her sê aliyên Opozisyonê bihevre êrîş kirine ser cîha Serokê Parlementoya Kurdistanê û kursiya Serokatiya Parlementoyê dagîr kirin û ragihandin ku, nabe giftûgo li ser bûdceya slaa 2013an were kirin belku, dibe ev proje qanûna han ji Hikûmetê re were wegerandin.
Hêjayê gotinêye ku, ev çend roje Parlementoya Kurdistanê dest bi nîqaşên xwe yên li ser bûdceyê kiriye lê her roj aliyên opozisyonê bi hincetên curbicur hewl bo vela derxistina civînên Parlementoyê dikin.
