AKP û BDP’ê li ser şarê li hev kirin
Li gorî nûçeya rojnameya Radîkalê, duh civîna Komîsyona Nivîsandina Makeqanûnê ya li ser xala “Karmend û Erkdarên din ên Cemaweriyê” hat nirxandin. Nîqaşa yekem, di vê civînê de pêk hat. Her çar partiyên li Meclîsa Tirkiyê, li ser sernavê xalê li hev nekirin. AKP’ê xwest ku ji bo cudahiya karmend-karker bê rakirin, bila îfadeya ‘xebatkar’ bê bicihkirin. Partiyên din, li ser xalên din li hev kirin.
Li ser liyaqatê li hev kirin
AKP û BDP’ê di amadekirina qanûnê de, tenê di mijara esas girtina rêgeza ‘liyaqatê (guncawbûn)’ de li hev kirin. Di nîqaşên berê de, li ser vê xalê li hev nekiribûn.
Rudaw
