Obama bersiva pirsa derbarê Herêma Kurdistanê de neda
Serokê Emrîkayê Barack Obama, pirsên rojnameya Milliyetê ya li Tirkiyê bersivand. Lê Obama ji 11 pirsên jê hatin kirin, tenê bersiv da 7 pirsan. Pirsên der barê Kurdistan, Tirkiye û Ermeniyan de, bê bersiv hatin hiştin. Ev yek di nav rayagiştî de bû sedema gumanan. Nîqaşên der barê van pirsan de, berdewam dikin. Pirsên ku Obama nebersivand, ev in:
- Têkiliya aborî û polîtîk a di navbera Enqere û rêveberiya Herêma Kurdistanê de her diçe zeximtir dibe, lê têkiliya bi rêveberiya Bexdayê re, her diçe lawaz dibe. Tu vê tabloya nû û li ser belavkirina nefta kurdan a di ser Tirkiyê re, çi difikirî?
- Di navbera Tirkiyê û Emrîkayê de, li ser mijara Operasyona Sitûna Parastinê ya ji aliyê Îsraîlê ve li hemberî Gazzeyê hat lidarxistin, cuda difikirîn. Serokwezîr Erdogan Îsraîlê bi dewleta terorê tewambar kir. Lê te got ku ev operasyon nefsî mudafaa (xwe parastin) e. Ev fikrên cuda yên di navbera we û Tirkiyê de, bû sedema xesarê?
- Serokwezîr Erdogan di hevpeyvîneke li gel televîzyonek de, da zanîn ku Tirkiye wek alternatîfa li hemberî Yekîtiya Ewropayê, tevlîbûna li welatên Şanghayê dinirxînin. Dema mirov di aliyê têkiliyên Tirkiye û Emrîkayê de binhêre, alternatîfeke dibe ku pêk bê ye?
- 100’emîn salvegera bûyerên 1915’an (Komkujiya Ermeniyan) nêz dibe. Tu dê piştgiriyê bidî biryarek ku Komkujiya Ermeniyan dinase? An jî wek ku te di kampanyaya hilbijartinê ya sala 2008’an de soz dabû, tu dê komkujiyê binasî?
Rudaw
