• Tuesday, 10 February 2026
logo

Firaksiyona Kurdistanî Daxwaza Kêm Kirina Bûdceya Çendîn Dezgehan Dike

Gulan Media February 11, 2013 Nûçe
Firaksiyona Kurdistanî Daxwaza Kêm Kirina Bûdceya Çendîn Dezgehan Dike
Evro Firaksiyona Kurdistanî ya di nava parlementoya Kurdistanê de daxwaz kir daku, 100 miliyar dînar ji bûdceya Serokatiya Kurdistanê, Serokatiya civata Wezîran, Parlemen û civata ewlekariya nîştimanî were birîn û li hember de jî ev pereyên han di warên din de werin bikaranîn.

Firaksiyona Kurdistanî ev yek jî eşkere kiriye ku, dibe ji vê pereyên han 30 miliyar bo zêde kirina mûçeyên Heyvane ya hêzên pêşmerge yên ku, mûçeya wan kême were amadekirin, 10 miliyar jî bo amadekirina xaniyan bo kesûkarên Şehîdan, 5 miliyar bo her yek ji desteya Jîngeh û komîteya jinan û 5 miliyar dînar bo komîteya mafên mirovan, 20 miliyar bo projeyên awedankirinê were amadekirin.
Top