• Tuesday, 10 February 2026
logo

Cewad Hesnawî: Hikûmet Dixwaze Kêşeyên Heyî Berdewam Bin

Gulan Media February 11, 2013 Nûçe
Cewad Hesnawî: Hikûmet Dixwaze Kêşeyên Heyî Berdewam Bin
Parlementerê Parlementoya Îraqê yê ser bi eniya Ehrar Cewad Hesnawî ragihand ku, Hikûmeta niha ya Îraqê bi ti awayî naxwaze kêşeyên heyî yên li Îraqê de werin çareserkirin belku, hewl bo vê yekê dide daku, kêşeyên heyî berdewam bin.

Çavkanî eşkere kir ku, hinek ji aliyên siyasî yên Îraqê nexweş ketine û hertim hewl didin daku, serwet û samanên welat bo xwe bibin û biryara siyasiya welat jî di destê xwe de bihêlin.

Nav hatî anî ziman ku, kêşeyên heyî û qirîza siyasî ya Îraqê bi ti awayî nayê çareserkirin û heta dawî hatina dema erkdariya Parlementoyê ve berdewam be.
Top