Li Deriyê Sînor ê Sûriye teqîn: 9 kes mirin
Li Deriyê Sînor ê Cîlvegozu yê li Navçeya Reyhanli ya Hatayê, bi wesayîteke bombe barkirî, êrîşek hat lidarxistin. Teqîn, 40 kîlometre nêzî deriyê sînor û li nav sînorê Tirkiyê pêk hat. Dema teqîn pêk hat, wesayîtên ji bo alîkariyê dişandin Sûriyê, rawestiyabûn. Tê payîn ku plaqeya wesayîtê, ya Sûriyê ye. Li gorî agahiyên destpêkê, di teqînê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da, 30 kes jî birîndar bûn. Tê diyarkirin ku 4 ji kesên jiyana xwe ji dest dane tirk in, 5 jî Sûriyeyî ne. Cihê bûyerê, veguherî qada şer. Birîndar, li nexweşxaneyên Hatayê tên dermankirin.
Serokwezîr ji Wezîrê Hundir agahî stend
Di vê navberê de teqîn, dema civîna Desteya Wezîran a Hikûmeta AKP’ê pêk hat. Rayedarên Serokwezîriyê, dan zanîn ku Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi Wezîrê Hundir Muammer Guler re axiviye, jê agahî girtiye û pêşveçûnan ji nêz ve dişopîne.
Rudaw
