• Tuesday, 10 February 2026
logo

Heleb: Artêşa Esed êrişî Kurdan dike

Gulan Media February 10, 2013 Nûçe
Heleb: Artêşa Esed êrişî Kurdan dike
Li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê ku piraniya şêniyên wê taxê Kurdin şer û pevçûnên dijwar di navera Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê û hêzên rêjîma Sûriyê de kete roja xwe ya duyem û gelek kuştî û birîndar hene.

Li gor nûçeyeke malpera Welatî belav kiriye ku hêzên YPG`ê duh 9/2, li taxa Eşrefiyê êrişî bazgeheke hêzên rêjîma Esed kirine û di encamê de 15 leşkerên rêjîmê û tevî şebiheyên wê hatine kuştin û hejmarekî zor jî birîndarbûne.

Her weha hatiye ragihandin ku ji duh ve şer di navbera xaçrêya yekem û ya duyem de dijwarbûye û hîna berdewam dike.

Li gor jêderê, encamên destpêkê yên şer û pevçûnan heya niha 25 serbazên hêzên rêjîma Beşar Esed û alîgirên wê hatine kuştin û bi dehan jî birîndarbûne û 3 endamên YPG`ê jiyana xwe ji dest dane, her weha hêzên Yekîneyên Parastinê li taxa belav bûne.

Li gor nûçeya ajansa Firatê jî belavkiriye ku di encama şerê li taxa Eşrefiyê heya niha 35 serbaz hatine kuştin û 70 jî birîndarbûne û hêzên rêjîmê taxa Eşrefiyê bi topan gulebaran dike.

Li gor agahiyên çalakvanên herêmî jî ragihandine ku rewşa mirovî gelekî xirape û ev 9 roje av û karebe li Eşrefiyê û Şêx meqsûdê nemaye û malbatên Kurd ji ber topbarana rêjîmê ji taxa Eşrefiyê berve navçeyên din direvin.

Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê îro bi daxuyaniyekê hêzên rêjîmê hişyar kir û weha gotiye: Em nahêlin tu alî bikevin herêmên me û êrîşî gelê me bikin. Em bawerin ku êrîşên ku li ser gelê me dê tu carî bi ser nekevin, em jî ji bilî serkeftin û azadiyê di Sûriyeyeke demokratîk ku hemû kes mîna hev bin qebûl nakin''.

Xendan
Top